Barzanî avakirina PDK-Sê pîroz dike
Îro, 09.04.2014, piştî nîvro serkirdatiya PDK-Sê serdana bajarokê Pîrmamê kir û li wir ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.
Li gor çavkaniya zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Barzanî avakirina PDK-Sê ku di navbera çar partiyên Rojavayê Kurdistanê de hatiye avakirin, li serkirdatiya wê partiyê pîroz kir.
Her li gor çavkaniya Rûdawê, di civînê de Barzanî tekîd li ser yekîtiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê kir û daxwaz ji serkirdatiya PDK-Sê kir ku yekîtiya xwe biparêzin û bihêztir bikin PDK-Sê di 5ê vê mehê de di encama yekgirtina çar partiyên Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê hat damezirandin.
Rûdaw
