• Saturday, 14 February 2026
logo

“Pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê van du rojan tên çaresekirin”

“Pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê van du rojan tên çaresekirin”
Wezîrê petrolê yê Iraqê û wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê wê îro li paytexta Tirkiyê Enqereyê bicivin û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên taybet bi petrolê de gotûbêj bikin.

Wezîrê petrolê yê Iraqê Ebdilkerîm Luaybî di çarçoveya konferansa navdewletî ya petrol û gazê li Enqereyê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê axifî û got “Pirsa hinartina petrola Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de wê yek ji mijarên sereke yên civîna navbera me û wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê be”.

Luaybî diyar kir ku ew li bendê ne di yek du rojên bê de pirsgirêk bên çareserkirin.

Îro çarşemê 13emîn konferansa petrol û gazê bi beşdariya wezîr û nûnerên 8 welatên cîhanê li Enqereyê destpêkir û wê 2 rojan berdewam bike.

Wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz di merasîma vekirina konferansê de behsa girîngya projeyên petrolê li Iraqê kir û got ku ew proje wê di xizmeta Iraq û Yekîtiya Ewropa de jî bin.

Yildiz herwha diyar kir ku Tirkiyê amade ye petrola Iraqê bigihîne bazarên cîhanê.

Rûdaw
Top