• Saturday, 14 February 2026
logo

Di polîtbîroya PDK-Sê de jin û efrînî tine ne

Di polîtbîroya PDK-Sê de jin û efrînî tine ne
Komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) yekemîn civîna xwe lidarxist û sekreter û endamên polîtbîroyê hilbijartin.

Li gor çavkaniya zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, duh komîteya navendî ya PDK-Sê ku ji 51 kesan pêk tê, li bajarê Hewlêrê civiyan ji bo hilbijartina sekreter û endamên polîtbîroyê.

Di civînê de ku endamê komîteya navendî Ferhad Şahîn ne amade bû, ji bo posta sekreteriyê her yek ji sekreterê berê yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) Ebdilhekîm Beşar û endamê polîtbîroya heman partiyê Siûd el-Mela xwe kandîd kirin.

Li gor encamên hilbijartinê, ji koma 50 dengan, Siûd el-Mela bi 33 dengan bû sekreterê PDK-Sê û Ebdilhekîm Beşar bi tenê 16 deng bi dest xistin. Herwiha Mihemed Îsmaîl ku ew jî endamê polîtbîrya el-Partî bû, di partiya nû de wek berpirsê îdarî yê polîtbîroyê hat hilbijartin.

Piştî hilbijartina sekreter, hilbijartina endamên polîtbîroyê destpêkirin û di encam de 12 kes hatin hilbijartin.

Her li gor çavkaniya zanyariyê Rûdawê, sekreterên her çar partiyên ku di nava PDK-Sê de bûne yek, Ebdilhekîm Beşar, Mistefa Cuma, Mistefa Oso û Ebdilbasit Hemo ku hemû jî li Başûrê Kurdistanê yan li Ewropa dijîn, li ser pêşniyara sekreterê nû Siûd el-Mela, bê hilbijartin bûn endamên polîtbîroyê. Bi vî awayî jî hejmara endamên polîtbîriyê gihişte 17 kesan.

Li gor encamên van hilbijartinan, ji Partiya Azadî ya baskê Mistefa Oso 4 kes, ji Partiya Azadî ya baskê Mistefa Cuma 2 kes, ji Partiya Yekîtiya Kurdistanê 2 kes û ji el-Partî 9 kes bûn endamên polîtbîroya PDK-Sê.

Tiştê balkêş di van hilbijartinan de ewe ku di nav endamên polîtbîroya PDK-Sê de ti jinek nîne, herwiha ti endamek ji her;ma Efrînê jî di nav de cih nagire, ev yek jî, wek şirovekar dibêjin, wê bibe qelisbûnek ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê ku li gor heman şirovekaran, partî ew xwedî cemawerekî mezin e li Rojavayê Kurdistanê.

PDK-Sê di kongreya yekgirtina her çar partiyên her du baskên Azadî el-Partî û Partiya Yekîtiya Kurdistanê di 5ê vê mehê de ku 643 endam tê de beşdarbûn, hat damezirandin.

Di kongreyê de piraniya endaman tekîd kirin ku divê sekreter li Rojavayê Kurdistanê bimîne û bi vê yekê jî armanca wan pêk hat, ji ber ku Siûd el-Mela ku bi xwe xelkê herêma Dirbêsiyê ye, li bajarê Qamişlo dijî û li wir dimîne.

Rûdaw
Top