• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî: Kurdistan ber bi serxwebûnê gavan diavêje

Barzanî: Kurdistan ber bi serxwebûnê gavan diavêje
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku Herêma Kurdistanê ligel İraqê ber bi yekîtiyeke konfederalî ve diçe.

Barzanî ji kanala Erebî SkyNewsê re axifî û got: ‘’Herêma Kurdistanê, ligel İraqê ber bi yekîtiyeke konfederalî û dewleteke serbixwe ya Kurdî ve gavan diavêje.’‘

Derheqa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de, Serok Barzanî berî niha jî gotibû: ‘’Yazdeh sal e Herêma Kurdistanê hevkariya proseya siyasî ya İraqê û aramiya wê dike, di vê rêyê de dest ji gelek mafên xwe jî berdaye, lê di encam de desthilatdarên Bexdayê naxwazin pêbendê destûrê bibin.

Desthilatdarên Bexdayê dixwazin Herêma Kurdistanê paşkoya wan be û ne şirîkê İraqê jî be. Em bi hîç awayekî qebûl nakin piştî wê hemû xebat, qurbanîdan û êş û janan bibin paşkoya-dûvikê wan. Eger desthilatdarên Bexdayê her li ser binpêkirina destûrê , paşguhxistina prensîbên şirîkatiyê û tewafiqê berdewam bin, wê demê em neçar in peywendiyên xwe yên ligel Bexdayê di ber çav re derbas bikin û evna jî mafekî me yê destûrî ye.’‘
Top