Sekreterê PDK-Sê hat diyarkirin
Li gor zaniyariyên Rûdawê, di civîna Komîteya Navendîya PDK-Sê de, ku ji 51 endamî pêk tê, her yek ji Siûd Mela, Mihemed Ismaîl û Ebdulhekîm Beşar xwe ji bo posta sekreteriya PDK-Sê kandîd kiribûn.
Piştî dengdana li ser vê postê û jimartina dengan, Siûd Mela bi 33 dengan karî biser bikeve û wek sekreterê PDK-Sê were hilbijartin. Herwiha Mihemed Ismaîl wek berpirsê kargêrî yê polîtburoya PDK-S hat hilbijartin.
Siûd Mela û Mihemed Ismaîl berî niha endamên polîtburoya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) bûn, herwiha Ebdulhekîm Beşar jî sekreterê wê bû.
Birayr e di vê civînê de, endamên polîtburoya PDK-Sê jî werin hilbijartin, ku hejmara wan 17 kes e.
Li gorî zaniyariyên Rûdawê, her çar sekreterê berê yên partiyên Yekitiya Siyasî, Ebdulhekîm Beşar, Mistefa Oso, Mistefa Cumaa û Ebdilbasit Hemo bo polîtburoya PDK-Sê hatin destnîşankirin, û niha jî prosya hilbijartina her 12 endamên din ên polîtburoyê birêve diçe.
Her li gor zaniyariyên Rûdawê, berî ku civîna Komîteya Navendî ya PDK-Sê dest pêbike, hejmarek ji endamên wê hişyarî dabûn ku eger Ebdulhekîm Beşar bibe sekreterê PDK-Sê, ew dê qebûl nekin û dê nerazîbûnê nîşan bidin.
Roja 3ê Nîsana îsal, kongreya Yekîtiya Siyasî ya Kurd, ku ji Partiya Demokara kurd li Sûriyê (el-Partî), her du baskên partiya Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê pêk dihat, li bajarê Hewlêrê hatibû encamdan û bi damezrandina Partiya Demokarata Kurdistanê-Sûriyê û hilbijartina Komîteyeke Navendî, ku ji 51 kesî pêk tê, bidawî hatibû.
Rûdaw
