‘Leşkerên Tirkiyê jî deng dane BDPê’
Li gor rojnameyê, Cemaeta Fethullah Gulen ferman daye endamên xwe yên di nav artêşa Tirkiyê û hêzên polîs de ku dengê xwe bidin wê partiya ku hevrika AKPê be, û li Bakûrê Kurdistanê ji ber ku BDP hevrika AKPê ye deng dane BDPê.
Rojnameya Gûneşê dibêje, ev cara yekem e ku leşkerên artêşa Tirkiyê û hêzên ewlekariyê dengên xwe didin partiyeke kurdan.
Wek tê zanîn û li gor encamên hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê yên Tirkiyê, leşkerên Tirkiyê û polîsan piraniya dengê xwe dane AKPê, CHPê û MHPê ku partiyên tirkan e.
Di hilbijartinên 30ê Adara îsal de, li Bakûrê Kurdistanê di navbera her du partiyên AKP û BDPê de hevrikiyek tund hebû ku di encamê de BDPê karî li hember AKPê bi ser bikeve.
Duh jî berdevkê hikûmeta AKPê Bulent Arinç, anî ziman ku wan di hilbijartinan de serkeftinek mezin bidest xistin lê mixabin nekarîn li Colemêgr û Îdirê ti şaredariyekê bidest bînin.
Rûdaw
