Serokwezîrê Ukrayna: Rûsya Piştevaniya Alozkariyên Yêkşembî li Rojhilatê Kir
Arseniy Yatsenyuk roja Dûşembî di kombûnekê de digel Civata wezîran got, Rûsya li pişt wan alozyan e ku li bajarên Donetsk, Luhansk û Xarkiv li rojhilatê hatin kirin. Wî got eşkereye ku ew xwnîşandan beşekin ji nexşekê bo têkdana rewşê û da rêkê bidin hêzên biyanî ji tixûbî derbazî axa dagîrkirî ya Ukrayna bibin.
Serokê kargêr yê Ukrayna, Olesksandr Turchnyov, wî jî Rûsya tawanbar kir bo xwnîşandanên roja Yêkşembî. Wî soz da ku pêngavên dijî kiryarên terorîstî dê bên bi cih kirin.
VOA
