• Saturday, 14 February 2026
logo

Teyfûr: Siyaseta Malikî li hember kurd mîna siyaseta Sedam e

Teyfûr: Siyaseta Malikî li hember kurd mîna siyaseta Sedam e
Cîgirê duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Arif Teyfûr, diyar kir ku siyaseta niha ya hikûmeta Iraqê derbarê neşandina mûçeyên karmendên Kurdistanê mîna siyaseta Sedam Husên li dijî kurdan e.

Cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê Arif Teyfûr, di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmeta Iraqê li ser siyaseta cezakirin û qutkirina qûtê gelê Kurdistanê berdewam e û siyaseta ku niha hikûmeta Bexdayê li dijî kurdan dide meşandin mîna siyaseta Sedam Husên li dijî kurdan e.

Arif Teyfûr, anî ziman ku eşkere û vekirî ye k gelê kurd gellek êş û zilm ji destê rêjîm û hikûmetên Iraqê dîtiye û gellek xebat bo bidestanîna maf û azadî û rûmeta xwe encam daye û piştevaniya serxistina pêvajoya demokrasiyê li Iraqa federal kiriye.

Teyfûr, ku li ser pişka PDKê bûye cîgirê serokê parlamentoya Iraqê, matbûna xwe li hember siyaseta Iraqê ya niha anî ziman û got, mirov mat dimîne dema dibîne li Iraqê hinek dixwazin dîktatoriyê ava bikin, mixabin dema hikûmeta Iraqê qûtê gelê kurd qut dike Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê û aliyên din ên siyasî bêdeng dimînin û tiştekî nabêjin.

Li gorî Arif Teyfûr, kurd tenê daxwaza mafên xwe dikin û naxwazin ti kes ji dahata Iraqê bêpar bimîne.

Rûdaw
Top