• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Me 2 roj mohlet daye YNKê

 Nêçîrvan Barzanî: Me 2 roj mohlet daye YNKê
Alîkarê Serokê PDKê û Serokê Şanda PDKê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragihand, ew pêkanîna hikûmetê paş naxin ji ber wê jî 2 roj mohlet dane YNKê da ku bersiva pêşniyarên PDKê bidin.

Îro piştî civîna şandên PDK û Tevgera Gorranê yên pêkanîna hikûmetê, şandên PDK û YNKê li mala Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê li hev civiyan.

Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî ji Rûdawê re got, em pêkanîna hikûmetê paş naxin her wiha PDK 2 roj mohlet daye YNKê da li ser pêşniyarên PDKê gotûbêj bike.

Rûdaw
Top