• Saturday, 14 February 2026
logo

Çar gorên din ên bikom hatin dîtin

Çar gorên din ên bikom hatin dîtin
Li çend navçeyên cuda yên derveyî îdareya herêmê û Herêma Kurdistanê, çend gorên din ên bikom hatin dîtin.

Di vê derbarê de Rêvebera Giştî ya Gorên Bikom li Wezareta Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan Perwîn Nûrî ji BasNewsê re got: ‘’Çar gorên bikom hatine dîtin ku qurbaniyên Kurd têde ne. Li taxa Bextiyarî ya Xaneqîn goreke bikom hatiye dîtin û me karên yasayî temam kirine. Van nêzîkan dê were vekirin, em nizanin çend kes tê hene, dema hat vekirin dê diyar bibe.’‘

Perwîn Nûrî wiha axifî: ‘’Li sînorê Germiyan gundê Qore Tû jî goreke bikom hatiye dîtin, lê heta niha baş nayê zanîn ka gora bikom e yan na. Eger heye ku gora şerê navbera Îran û İraqê jî be, herwiha dibe leşkerên Îranî yan İraqî têde bin.’‘

Perwîn wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Du gorên din ên bikom li Sengeser û Sersing hatine dîtin û niha xebatên me hene bo vekirina wan. Divê karekî cidî were kirin û budceyeke zêdetir ji gorên bikom re were veqetandin, ji take nasnameya Enfalê gorên bikom in.’‘

Li gor amarên Wezareta Mafê Mirov a İraqê, li tevahiya İraqê 148 navçeyên gorên bikom hene. Derheqa vê mijarê de jî Perwîn got: ‘’Li her navçeyekê çendîn gorên bikom hene, wek mînak li navçeya Meharî li yek navçeyê 6 gorên bikom hebûn ku hestiyên 730 kesan ji wan hatine derxistin. Li Hemrîn yek navçe bû, lê 92 gor lê hebûn, li cihên din jî gorên bikom hene û hê nehatine vekirin.’‘

BasNews
Top