• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî arîşeya serekî ya navbera Hewlêr û Bexdayê eşkere kir

Barzanî arîşeya serekî ya navbera Hewlêr û Bexdayê eşkere kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dibêje arîşeya serekî ya navbera Hewlêr û Bexdayê ne li ser neft, gaz û bûdcê ye, kêşeya serekî ew e ku kurd dixwaze bi Iraqê re bibe şirîk lê ew dixwazin bibin serdest û kurd jî bibin dûvika wan.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Fraksyona Sosyal-Demokratan li Parlamentoya Ewropayê Hans Soboda kir.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Barzanî û Soboda li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û nakokî û pêwendiyên navbera her du aliyan gotûbêj kirin.

Li gorî nûçeyê, Barzanî di civînê de diyar kir ku dewleta Iraqê li ser bingeha şirîkatiya her du gelên kurd û ereb pêk hatiye lê mixabin hikûmetên Iraqê ev bingeh binpê kirin û hewl dan xwe bikin serdest.

Mesûd Barzanî, her wiha anî ziman ku arîşeya serekî ya navbera Hewlêr û Bexdayê ne neft, gaz û bûdce ye, kêşeya serekî ew e ku kurd dixwaze bi Iraqê re bibe şirîk lê ew dixwazin bibin serdest û kurd jî bibin dûvika wan.

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku lê gelê Kurdistanê piştî ew qas bedel û qurbanî êdî qebûl nake bibe dûvik û pêveka ti kes û hêzekî.

Serokê Fraksyona Sosyal-Demokratan li Parlamentoya Ewropayê Hans Soboda, jî di civînê de diyar kir ku peyama Kurdistanê digihîne Ewropa, ew jî peyama gelekî ye ku bi serkeftî welatê xwe ava kiriye.

Hans Soboda, tekez kir ku divê Yekitiya Ewropa pêwendiyên xwe digel Herêma Kurdistanê bihêztir bike.

Hat zanîn, di hevdîtina Barzanî û Soboda de rewşa pêvajoya aştî û çareseriya pirsa kurd li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jî hatiye axaftin.

Rûdaw
Top