• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Helebê 10 sivîl hatin kuştin

Li Helebê 10 sivîl hatin kuştin
Rewangeha Mafê Mirovan li Sûriyê ragihand ku hêzên ser bi grûpên islamî taxa Hemdaniyê û Meydana Sadelah Cabirî li bajarê Helebê topbaran kirine û di encamê de 10 welatî hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne.

Taxa Hemdaniyê li başûrê rojavayê Helebê û Meydana Sadelah Cabirî li navenda bajêr di jêr kontrola hêzên rejîmê de ne.

Her li gorî Rewangehê, şer û pevçûnên dijwar di navbera çekdarên Cebhet el-Nusre, Cebheya Islamî û Ceyş el-Mucahidîn ji aliyekî ve û artêşa rejîma Sûriyê ji aliyekî din ve li Taxa el-Raşidîn li rojavayê Helebê berdewam in.

Li gorî amarên rewangehê, du çekdarên grûpên islamî û 7 serbazên artêşa hikûmeta Sûriyê di van pevçûnan de hatine kuştin û hêzên grûpên islamî devera el-Eqreb kontrol kirine .

ٌRûdaw
Top