Hêzên PKKê li Şirnexê 3 cerdevan revandin
Li gor ajansa DHAyê du sibê dema ku cerdevanên gundê Çevrimliya ser bi navçeya Guclukunaka Şirnexê ve, derketibûn zozana ji aliyê hêzên gerîlayên PKKê hatin girtin.
Hat ragihandin ku, cerdevanê bi navê Nîmet Ozbey û du pismamên wî, Emîn û Abdulatîf Ozbey dema ku derketibûn zozana ji bo hin mijarên darayî ji aliyê hêzên PKKê ve hatin revandin.
Muxtarê Gundê Çevrimliyê Îbrahîm Ozbey ji raya giştî re ragihand ku, wan hertim piştgirî dane pêvajoya aşitî, û pêwîste herkes yê din af bike, ji ber wê jî ew dixwaze ku di demekî herî nîzîk de hersê xizmên wî bên berdan.
Wek tê zanîn li Bakurê Kurdistanê nîzîkî şêst hezar cerdevan hene, û piraniya wan kurdin, lê piştî pêvajoya aşitî di newroza 2013an dest pê kir, piraniya rayedarên cerdevanan piştgiriya xwe ji pêvajoyê re kirin.
Rûdaw
