• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî: Em qet dest ji mafên xwe bernadin

Barzanî: Em qet dest ji mafên xwe bernadin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, bi taybetî jî dosya petrolê, qonaxa piştî hilbijartinê û têkiliyên navbera Kurdistanê û Tirkiyê dike.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona Asya, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî destpêkê bal kişand ser destûra İraqê û got: ‘’Li İraqê destûreke me heye ku ji sedî 80’yê hevwelatiyên İraqê dengê xwe danê. Ji sala 2003’ê ve Herêma Kurdistanê Bexda hilbijartiye û hevbeş bû di proseya avakirina İraqê de, lê serokwezîrê niha yê İraqê di danûstandinê de yeksaniyê li ber çav nagire, pirsgirêk jî di awayê karkirinê de ye.’‘

Derheqa destpêşxeriya Herêma Kurdistanê de ku biryar bû rojane 100 hezar bermîl petrol bişîne derve, Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Destûra me heye, li Herêma Kurdistanê jî di mesela derxistina petrolê de em li gor destûrê tevdigerin, em bi hîç awayekî jî dest ji van mafên xwe bernadin.’‘

Barzanî wiha axifî: ‘’Girêbestên me yên ligel şirketan girêbestên hevbeş in, ji girêbestên Bexdayê cuda ne, em ji sedî 7 fêdeyê didin şirketan, evna jî mafê wan e, ji ber ew bi ger û derxistina petrolê ve mijûl in.’‘

Derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê jî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Tirkiye welatekî cîran e, normal e peywendiyên baş ên Herêma Kurdistanê ligel hebin, evna ligel wêya ku karnameya karkirina me ligel Tirkiyê di çarçoveya peywendiyên Tirkiye û İraqê de dibe.’‘

Li ser pirsa eger daxwaz were kirin hikûmeta Kurdistanê hêzê dişîne naçeyeke din a İraqê? Barzanî wiha bersiv da: ‘’Belê li gor destûrê divê Serokwezîrê İraqê û Serokê Herêma Kurdistanê di vê derbarê de bigihin rêkeftinekê. Berê dema Bexdayê daxwaz ji me kir, me hêza pêşmerge şand, bêguman pêdiviya her navçeyekê bi hêza pêşmerge hebe em amade ne hêzê bişînin, lê divê Bexda wê yekê bizane ku aramiya Kurdistanê hêza pêşmerge, asayîş û polîsan parastiye, herwiha ew hêz in ku beşeke vê İraqê aram kirine.

BasNews
Top