Kirîza Sûriyê aboriya welat 30 salî paşxist
Ev yekem raporte ku li ser zirarên aborî yên kirîza Sûriyê tê ragihandin ji aliyê NY ve, û tê de amaje tê kirin û zerara ku ji encama kirîzê gihîştiye Sûriyê qasî têkçûna cenga cîhanî ya duyem li pey xwe hiştibû, ye.
Ajanasa NY a Bikarxistin û Hawarhatina Penaberên Filesîtnê (UNRWA), lêkolînek li ser rêjeya zirara aborî ya ku gihîştiye Sûriyê amade kiriye, ji encama kirîza ku ev 4 sal in li wî welatî qewimiye.
UNRWA di raporta xwe de diyar dike ku eger roja îro şerê li Sûriyê bê rawestandin, dê pêdiviya wî welatî bi 30 salî hebe heta aboriya wê vegere rewşa xwe ya berî sala 2010an, wate berî destpêkirina kirîza Sûriyê.
Li gorî raporta UNRWA, ku li ser bingeha lêkolîn û raportên meydanî ji nava Sûriyê hatiye amade kirin, di çarçoveya her du salên pêşî de ji kirîza Sûriyê, aboriya welat bi qasî 84 milyar û 400 milyon dolar zirarmend bûye.
Herwiha raportê diyar kir ku 2 milyon û 33 hezar wezîfe jidestê xelkê çûn, ev yek jî tê wê wateyê ku nîvê fermanberan li Sûriyê bê kar mane û zêdeyî nîvê gel di bin hêla hejariyê de dijîn.
Di raporta xwe de UNRWA bal kişandiye li ser hejmara penabera û derbiderên ku ji encama şer û pevçûnan dev ji malên xwe berdane û ber bi navçeyên din ên li nava û derveyî welat koçber bûne.
Li gorî raportê heta niha 9 milyon derbider li nava Sûriyê hene ku dev ji malên xwe berdane û li navçeyên din ên nava Sûriyê bicih bûne.
Him li gorî raporta UNRWAyê li Urdin û Libnanê hejmara penaberên Sûriyê gihîştiye zêdeyî 2 milyon û 500 hezar penaber, him jî li gorî amarên fermî yên NY.
Ji aliyek din ve, Rewangeha Mafên Mirov li Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye û ji destpêkê de bûyerên Sûriyê dişopîne, ragihand ku ji her du aliyên kirîza Sûriyê ve, wate rejîm û opozîsyon, hejmara kuştiyan nekêmtirî 140 hezar kes e, ji wan nêzîkî 50 hezar kes sivîl in û di nava wan de 7 hezar û 500 zarok û 5 hezar jin hene.
Li gor Xaça Sor a Navdewletî jî, di kirîza Sûriyê de heta niha zêdetirî 500 hezar kes birîndar bûne.
Rewangeha Sûriyê jî aşkere kir ku 17 hezar kes li Sûriyê wendayî ne û herwiha çarenivîsa bi deh hezaran kesên ku di zindanên rejîmê de girtî ne, nediyar e.
Rûdaw
