Bi amadebûna kandîdên lîsta 213 ya Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê li bajarê Kerkûkê herwiha Selah Delo serokê civata serkirdatiya Kerkûk – Germiyan ya PDKê û Mihemed Kemal berpirsê tayê sêyê PDKê, lîsta PDKê di şahiyeke cemawerî de li parka Bawegurgur li bajarê Kerkûkê hate ragehandin.