• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Helebê komên çete 7 kurd revandin

Li Helebê komên çete 7 kurd revandin
Komeke çekdar 7 welatiyên kurd ên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ku zebze difirotin, revandin.

Komeke çekdar ku nehate zanîn girêdayî kîjan aliyî ye saet di 06.00'an de 7 cesibkarên kurd ên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dema ku diçûn zebez ji sûka taxa Heyderiyê bînin da ku biforşin û debara malbatê xwe pê bikin, revandin. Koma çekdar piştî saetekê 2 welatî berdan û 5'ên din birin cihekî ne diyar.

Derbarê mijarê de kesebkarê ku hate berdan S.M. diyar kir ku koma çekdar ku cilên wan wekî cilên sivîlan bûn, tirmpêla wan li ber mizgefta Nûr a li Taxa Heyderiyê rawestandin û wiha got: ''Em pir tirsiyan. Çekdaran nasnameyên me xwestin û çavên me girêdan. Çeteyan em birin cem berpirsyarê xwe. Telefonên me yên bêrîkan ji me standin. ''

S.M. destnîşan kir ku piştî hatin berdan bi tirmpêlên zebzeyan xwe gihandin taxa Şêxmeqsûd û wiha dom kir: ''Dema em gihiştin taxa Şêxmeqsûd me malbatên hevalên xwe yên din agahdar kirin.''

Li ser vê yekê malbatan serî li Desteya Şerîetê ya taxa Heyderiyê dan û wan ji wan re gotin ku tu têkiliya wan bi koma çekdar re tune ye.

Hate gotin ku çeteyan tirmpêla welatiyên kurd jî revandin.

ANHA
Top