Hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê li Stenbolê dicive
Tê çaverêkirin ku di civînan de, ku wê 3 rojan bidomin, desteya siyasî ya nû bê hilbijartin û her sê wezîrên tenduristiyê, xwendina bilind û navxwe di hikûmeta demkî de bên destnîşankirin.
Li gorî çavkaniyên hevpeymaniyê, wê nûtirîn pêşhateyên siyasî û leşkerî, bi taybetî nirxandina beşdarbûna opozîsyonê di gera 3yem a danûstandinên Cenêvê de û şerê eniya kenara deryaya Spî bên gengeşekirin.
Desteya siyasî ya hevpeymaniya opozîsyonê ji 19 endaman pêk tê ku ji wan du endam, Ebdulhekîm Beşar û Ebdulbasit Seyda, Kurd in.
Biryara hevpeymaniyê bi beşdarbûna di kongreya Cenêvê de bûbû cihê nakokî û cudahiyan di nava pêkhateyên hevpeymaniyê de, lê piştî dawîhatina kongreyê, çendîn endamên vekişayî car din vegeriyan nav rêzên hevpeymaniyê.
Rûdaw
