• Saturday, 14 February 2026
logo

YPJ Mîrekî DAIŞ`ê kuşt

YPJ Mîrekî DAIŞ`ê kuşt
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya Kantona Kobanê di beyannameyekê de ku kopieyek ji wê bo Malpera Xendan şand ragihand ku, di encama çalakiyek ya qehremantiyê de şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku li dijî çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) encam dan têde mîrekî Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) li devera Şiyox hate kuştin û her weha çend serkirdeyên din jî hatin kuştin ku navên wan evin:

1 – Ebo Ducan Mîrê devera El Şiyox.

2 – Fazil Ibin Ebo Enter ji gundê Xirab Eto ku berpirsê komûjiya li ser endamên Artêşa Azad li devera Şiyox.

3 – Şêx Ebdulrehman Yemenî berpirsê Zîndana Şiyox ku komkûjî li ser zîndaniyan di Zîndana Şiyox de encam daye û ew şerjêkirine.

4 – Ebo Bekir El Misrî.

5 – Eb Xalid Ciozrawî.

Ji aliyekî din ve piştî binkeftina çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) di hêrişên xwe de bo ser gundên Zor Mexar û Beyade de ku têde çendîn fermadar û mîrên wan hatin kuştin, dest bi topbarankirina gundê Carqlî ya li Rojavayê Kantona Koban`ê bi çekên giran, tang û topên eyar 57 kiriye.

Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel – Kantona Kobanê

04.04.2014

Xendan
Top