• Saturday, 14 February 2026
logo

Kurdekî xelkê Kerkûkê li Sûriyê hat kuşti

Kurdekî xelkê Kerkûkê li Sûriyê hat kuşti
Li gor ajansên navxwe yên Herêma Kurdistanê, kurdekî xelkê bajarê Kerkûkê bi navê Hêmin Yasîn Mecîd ku wek ‘Ebû Mariya’ tê naskirin di nav rêzên rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAIŞ) de hatiye kuştin.

Mecîd roja 27’ê Adarê di şerê li hemberî şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de li bajaroka Cezayê hatiye kuştin. Hêmin Mecîd li gundê Qerehencîr ser bi parêzgeha Kerkûkê ji dayîk bûye û li bajarê Silêmaniyê rûdinişt.

Tê îdîa kirin ku Mecîd bi awayekî rasterast serpereştiya ciwanên Kurd ên ji Herêma Kurdistanê di bin navê cîhadê de diçin Sûriyê û Kurdên di nav rêzên DAIŞ`ê de dikir. Navbirî herwiha serpereştyarê kesên ku ji Sûriyê bo encamdana çalakiyên xwekujiyê diçûn Herêma Kurdistanê bû.

Di çend rojên borî de di encama êrişeke çekdarên DAÎŞ’ê bo ser bajarokê Ceza ya li ser sinorê Îraqê, 56 çekdarên wan ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatibûn kuştin.

Ji destpêka şerê Sûriyê ve gelek ciwanên Kurd ji Herêma Kurdistanê li jêr navê cîhadê çûne Sûriyê û li hemebrî Kurdan şer kirine. Balkêşe ku li Herêma Kurdistanê hejmara grûbên Selefî zêde bûye.

BasNews
Top