• Saturday, 14 February 2026
logo

Malikî: Paşxistina hilbijartinan dawiya Iraqê ye

Malikî: Paşxistina hilbijartinan dawiya Iraqê ye
Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî daxwaza pêkanîna hikûmeteke koalîsyon kir ku hemî aliyên siyasî têde cîh bigirin û got: ‘‘Paşxistina hilbijartinan dawiya İraqê ye.‘‘

Malikî di çarçoveya kampanya hilbijartinê de ragehand ku çênabe avakirina hikûmeta Iraqê li ser bingehekî beş beş be, lê divê piraniya aliyên siyasî têde cîh bigirin.

Malikî da zanîn ku gelek daxwaz hebûn ji hilbijartin werin paşxistin û wiha axifî: ‘‘Paşxistina helbijartinan dawiya Iraqê ye û wê agirê dojehê li ber me veke.’‘

Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malkî got hikûmeta wî piştgiriya Komisyona Bilinda Serbixwe ya Helbijartinan kirye û daxwaz ji hevwelatiyan kir ku kartên xwe yên dengdanê nefroşin û kesê bifroşe rûmet û welatê xwe difroşe.

Hêjayê gotinê ye helbijartinên Iraqê wê di 30 Nîsana 2014’an de bên kirin û 9 hezar berbijêr wê hevrikiyê bikin ji bo bigihin Parlamentoya İraqê.

Basnews
Top