• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî: Bila prosesa hilbijartinê bi awayekî serdemiyane were meşandin

Serok Barzanî: Bila prosesa hilbijartinê bi awayekî serdemiyane were meşandin


Serok Barzanî di peyamekî de daxwaz ji part û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir daku prosesa hilbijartinên bi rêkûpêkî bi rê ve bibin.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi minasebeta destpê kirina prosesa propagendeya hilbijartinên Parlementoya Îraqê û civata Parêzgehên Kurdistanê peyamek pêşkêşî part û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin û mihriban

Pişt bi xwedê mezin û îradeya gelê Kurd, Kurdistan careke din ber bi hilbijartinan ve diçe, cêha şanazî û serbilindiyê ye ku demokrasî û hilbijartin pîwera jiyana siyasî ya civaka me ye, ev hilbijartina han pêngaveke din ya Kurdistanê ye bo bihêztir kirina demokrasî û desthilata gel.

Bo ku em bikaribin wêneyeke medenî û serdemiyane ji welatê xwe nîşanî cîhana derdorê xwe bidin û baweriya xelk bi prosesa siyasî bihêztir bibe, daxwaza ji tevahiya part û aliyên beşdar di hilbijartinên Parlementoya Îraq û civata Parêzgehên Kurdistanê dikim hewl bidin daku prosesa propagendeya hilbijartinan bi rewşeke aram, aştiyane û dûr ji tundûtîjî were birêvebirin û ti kes hewl nede asûdeyiya welatiyan aloz bike.

Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî
3.4.2014
Top