Macaristan konsulxaneya xwe li Vewlêrê vedike
Di civînekê de ku, Karwan Cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve û Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve amade bûn, wezîrê dewletê bo karûbarên derve yê Macaristanê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê nîşan da û got ku, ev yekem care ew serdana Hewlêrê dike û got: ”Em pê kêfxweş in û şanaziyê jî pê dikin ku, em di çîroka serkeftina herêma Kurdistanê de di warê avadankirin û pêşkeftina aborî de hevbeş in.”
Wezîrîrê Macaristanê di axaftina xwe de behsa serdana vê dawiyê a serokê herêma Kurdistanê bo Macaristanê kir û wî ew serdan bi serdaneke serkeftî wesif kir. Wî xwesteke welatê xwe ji bona zêdetir pêşxistina têkeliyan bi herêma Kurdistanê re diyar kir û got ku, di demek nêzîk de ew dê konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê vekin.
Ji aliyê xwe ve, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve biryara wezareta derve ya Macaristanê a di warê vekirina konsulxaneya xwe li Hewlêrê bi biryareke giring wesif kir û got hikûmeta herêma Kurdistanê bi germî pêşwaziyê li wê biryarê dike: ´´Em gelek bi giringî li têkeliyên xwe yên bi Macaristanê re dinêr in û em dixwaz in têkeliyên me berfirehtir û domdirêj bin. Em dixwaz in sud ji tecrûbeya welatê Macaristanê di warê perwerde, şûnewar, bazirganî, sermayerazandin û tûrîzmê de werbigirin.´
