• Saturday, 14 February 2026
logo

Kurê Mûamer Qezafî daxwaza lêborînê ji gelê Lîbiyayê kir

Kurê Mûamer Qezafî daxwaza lêborînê ji gelê Lîbiyayê kir
Kurê Serokê berê yê Lîbiyayê, Mûamer Qezafî, Saidî Qezafî, daxwaza lêborînê ji gelê Lîbiyayê kir.


Televîzyona fermî ya Lîbiyayê, dîmeneke vîdyoyê belav kir ku têde Saidî Qezafî di zindanê de derdikeve û daxwaza lêborînê ji gelê Lîbiyayê kir.

Saidî Qezafî ku cil û bergên girtiyan, ên bi renê Şîn, li xwe kiribûn got ku ew daxwaza lêborînê ji gelê Lîbiyayê dike li ser “Êş û zerar.”

Herwiha kurdê Serokê berê yê Lîbiyayê di wê dîmena vîdyoyê de diyar kir ku ew bi awayekî baş tê mamele kirin.

Roja 06.03.2014, Hikûmeta Nîcirê, Saidî Qezafî radestî Lîbiyayê kirin, da li ser tawanên ku kiriye, were dadgehkirin.

Hikûmeta Lîbiyayê, kurê Qezafî, Saidî Qezafî bi “Destdanîn li ser milkên dewletê bi zorê” tometbar dike.

Saidî Qezafî, kurê sêyem yê Mûamer Qezafî ye û di Kanûna sala 2011an de ji Lîbiyayê reviya û berê xwe da Nîcirê û li wir mafê penaberiyê wergirtibû.

Rûdaw
Top