Di mehekî de li Îraqê 959 kes hatine kuştin
Di meha Adarê de li Îraqê herî kêm 959 kes hatine kuştin.
Di vê derbarê de çend çavkaniyên Amerîkayî ragehandin ku bi tenê di meha Adarê de herî kêm 959 welatiyên medenî li Îraqê de hatine kuştin.
Li gor nûçeyeke malpera Barack Beedy ya Amerîkî hijmara ew welatiyên ku di destpêka salê de heta niha hatine kuştin gehêştiye 2965 kes, ji wan 1076 kes di meha yek, 930 di meha dudiyan û 959 kesên din jî di meha 3an de hatine kuştin.
