Konferansa navnetewî ya bingehên aştiya civakî li Hewlêrê dest pê kir
Li Hewlêrê bi çavdêriya Serokê Kurdistanê konferansa navnetewî ya aştiya civakî dest pê kir.
Îro li Hewlêrê bi çavdêriya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî konferansa navnetewî ya aştiya civakî û nêrîneke îslamî bi amadebûna hijmareke zêde Mamosteyên olî, Parlementer, Siyasetmedar , nunerên welatên biyanî yên li Kurdistanê û nunerên welatên Erebî destpê kir.
Di destpêka konferansê de Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û bixêrhatina amadebûyan kir û pişt re jî Serokê Zanîngeha Selahedînê, nunerê Zanîngeha Ezher û nunerên hijmareke welatên Erebî gotarên xwe pêşkêş kirin.
Biryare ev konferansa han sê rojan dom bike.
