• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Partiya Şu'î(Komunist)a Iraqê kir

Gulan Media March 31, 2014 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbahiyê li Partiya Şu'î(Komunist)a Iraqê kir
Birayê birêz Hemîd Mecîd Musa

Sekreterê Giştî yê Partiya Şu'î ya Iraqê

Birayên birêz Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Şu'î ya Iraqê

Îro salvegera heştih saliya damezrandina Partiya Şu'î ya Iraqê ya dost û xebatgêre, ev partî xwediyê xebatekî dîrokiye bi navê mafên gelên Iraqê, li pêşî jî gelê Kurd.

Partiya Şu'î ya Iraqê xwediyê xebatekî drewşaweya dîrokî nîştîmanî û navdewletiye bi navê mafê biryardana çarenûs da ji bo gelê me yê têkoşer, yekemîn partiya nîştîmaniya Iraqiye ku piştevaniyê li doza gelê Kurd kiriye û bi navê wê da xebatê kiriye, qada xebat û şoreşa Kurd, şayetî ji bo pêşmergeyên şu'î yan didin ku çawa li hemû gund û bajarên Iraqê ve hatin û berengariyê li rejîma dîktatoriyan bûne û li pal birayên xwe yên li gelê Kurdistanê beşdariyê li şoreşa azadîxwazî da kiriye.

Em li demek da gelek bi şanaziyê ve salvegera xebata partiya we ya dost dikin, bi vê helkefta dîrokî ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we û hevrêyên we yên li serkirdayetî û cemawerî ya Partiya Şu'î ya Iraqê dikin.

Bi hêviya pêşketin û serketina berdewam ya xebata Partiya Şu'î ya Iraqê ya bi navê armancên wê yên pîroz da.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/03/2014
Top