• Saturday, 14 February 2026
logo

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya bi helkefta serê sala Aşûrî Babilî û cejnên Ekîto

Gulan Media March 31, 2014 Nûçe
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya bi helkefta serê sala Aşûrî Babilî û cejnên Ekîto
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala Aşûrî Babilî û cejnên Ekîto, pîrozbahiyekî germ pêşkêşî xuşk û birayên Aşûrî û Kildanî û Suryaniyên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim.

Herêma Kurdistanê şanaziyê bi pêkvejiyana aramî ya hemû pêkhatên neteweyî û olî yan ve dike û em hemû li benda ewe bûn ku li Iraqa nû da wê tebayî û mînaka xweşika pêkvejiyana ku li Kurdistanê heye li seranserê Iraqê da bîbînîn. Ku bi mixabinî, niha bi sedema redkirinên cûda cûda û kûrbûna dûberekî û êrîş û tehdîda li ser jiyana wan, hejmarekî zêdeyê hemwelatiyên pêkhatên olî û neteweyiyên Iraqê neçarbûne mal û halê xwe bi cîh bihêlin û bêne li Herêma Kurdistanê.

Hêvîdarim her çi zûtire aştî û aramî û rêzgirtin li cûdahiyên hemû Iraqê bigrê û hûn yên ezîz jî hemû salek li jêr sayeya aramî û bexteweriyê de cejn û şadiyên xwe bi xweşî bigêrin.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/03/2014
Top