• Saturday, 14 February 2026
logo

Hejmara kuştiyên hilbijartinên Tirkiyê gihîşt 8 kesan

Gulan Media March 30, 2014 Nûçe
Hejmara kuştiyên hilbijartinên Tirkiyê gihîşt 8 kesan
Hat zanîn hejmara kuştiyên şerê hilbijartinê yê gundê navçeya Bozova ya Rihayê li Bakûrê Kurdistanê gihîşt 6 kesan, bi vî awayeî hejmara kuştiyên şer hilbijartinên Tirkiyê gihîşt 8 kesan.

Îro li gundê Safê yê navçeya Bozova ya Rihayê her wiha li gundê Golbaşî yê navçeya Kirikhanê ya Hatayê li ser hilbijartina muxtarê gund şer û pevçûn di navbera gundiyan de derketibû û di bûyeran de 6 kes hatibûn kuştin û gellek kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li gundê Safê yê Bozova ya Rihayê 2 birîndar ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji des dan û bi vî awayî hejmara kuştiyên şerê hilbijartinên Tirkiyê derket 8 kesan û hejmara birîndaran jî daket 10 kesan.

Hat zanîn, piraniya kesên ku mirine bi çekan hatine kuştin û piraniya birîndaran jî bi kêran hatine birîndarkirin ku di nav wan de polîsek jî heye.

Rudaw
Top