• Saturday, 14 February 2026
logo

“Otombêleke bombekirî li Kobanî hat teqandin”

Gulan Media March 30, 2014 Nûçe
“Otombêleke bombekirî li Kobanî hat teqandin”
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku otombêleke bombekirî ku çekdarên DAÎŞê dixwestin derbasî herêma Kobanî bikin, hat teqandin.

YPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku şeva borî çekdarên DAÎŞê xwestin otombêleke bomberkirî ji gundê Ebû Sirê li rojhilatê Kobanî derbasî kantona Kobanî bikin, lê hewla sernegirt.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku berî otombêla bombekirî derbasî sînorê herêma Kobanî bibe, şervanên YPGê ew aşkere kirin û karîn wê biteqînin.

YPGê herwiha got ku di teqînê de kesên di nava otombêlê de hatin kuştin, lê behsa hejmara wan nekir.

Her di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku YPGê 2 kemîn li rojhilat û rojavayê herêma Kobanî ji çekdarên DAÎŞê re danîn û di encam de çend çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûn.

YPGê aşkere kir ku kemîna yekem li gundê Milûh el-Qemir li rojhilatê Kobanî hat danîn û tê de 2 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûn.

YPGê herwiha got ku kemîna duyem li nêzîk gundê Xerab Eto li rojavayê Kobanî hat danîn û li gor daxuyaniya YPGê, di kemînê de çend çekdar hatin kuştin û hinek çekdarên din jî birîndar bûn.

Herwiha li gundê Xerab Eto yê di bin kontrola DAÎŞê de, şer di navbera DAÎŞ û YPGê de derket. Li gor daxuyaniya YPGê, di wî şerî de 3 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin.

YPGê di daxuyaniya xwe de negot bê ji aliyê wê de ti şervanek di wan şer û kemînan de jiyana xwe ji dest daye yan na.

Ev çend hefte ne şer di navbera YPG û DAÎŞê de li rojhilat, rojava û başûrê herêma Kobanî berdewam dike.

YPGê dibêje ew li ser rêbaza rêberê PKKê Abdullah Ocalan dimeşin û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji 13 partiyan û çend rêxistinên xortan û kesatiyên serbixwe yên Rojavayê Kurdistanê pêk tê dibêje ku YPGê girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye, lê YPG û PYDê vê yekê red dikin.

Rudaw
Top