‘Li Bedlîs û Rihayê pisûleyên mohrkirî didin dengderan’
Li gorî rojnameya Radîkalê, li navçeya Tetwanê ya Bakûrê Kurdistanê, pisûleyên ku berê hatibûn mohrkirin li ser dengderan hatin belavkirin, ev jî bû sedema nerazîbûna endamên encumena sindoqên wê deverê.
Li gorî nûçeyê, hat zanîn ku serokê encumena sindoqên Tetwanê pisûleyên dengdanê li mala xwe de mohr kiriye û paşê aniye navenda dengdanê û li gorî gotiye “xwastiye asankariyê” ji dengderan re bike.
Ji aliyekî din, li gundê Safê yê ser bi navçeya Bozova ya Rihayê dengder hatine neçarkirin ku bi awayekî vekirî deng bidin.
Li gorî agahiyan, li gundê Safê komek ji çavdêrên BDPê ji navenda dengdanê hatine derxistin lê piştî ku hêzên ewlehiyê ji rewşê hatine agahdarkirin, gotine em nikarin bên.
Tê gotin li bajarokê Ovakişla yê girêdayî navçeya Axlatê ya Bedlîsê jî çavdêrên AKPê ji dengderan xwastine bi awayekî vekirî deng bidin ji ber wê jî alozî derketiye.
Hat zanîn, alozî di navbera endam û alîgirên BDP û AKPê de derketiye.
Li Bakûrê Kurdistanê, hevrikiyek tund di navbera AKP û BDPê de li ser bidestxistina dengan heye.
Rudaw
