• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Amed, Agirî û Dêrsîmê berfa biharê

Gulan Media March 30, 2014 Nûçe
Li Amed, Agirî û Dêrsîmê berfa biharê
Ligel destpêkirina proseya dengdanê ya hilbijartinên herêmî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, berf li Amedê, Agirî û Dêrsîmê bariye.

Li bajarê Amedê ji saetên serê sibehê de berf dibare û tevî vê yekê hemwelatî berê xwe didin navendên hilbijartinan û dengê xwe didin.

Li gor nûçeya DÎHAyê, li bajarê Agirî jî berfa di saetên sibehê de bariya bajêr xemiland. Hat ragihandin ku ji ber berfê rêya gelek gundan hatiye girtin.

Îro hilbijartinên herêmî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê destpêkirin û nêzîkî 53 milyon kes dikarin deng bidin.
Top