• Saturday, 14 February 2026
logo

‘’Divê li beramber kuştina her Şîeyekî Suneyek bê kuştin’‘

Gulan Media March 30, 2014 Nûçe
‘’Divê li beramber kuştina her Şîeyekî Suneyek bê kuştin’‘
Parlamentera Lîsta Dewleta Yasa Henan Fetlawî di dîmenekî vîdeoyî de dibêje: ‘’Divê hevsengiyek di mirinê de hebe, lewra divê li beramber kuştina her Şîeyekî Suneyek bê kuştin.’‘

Li gor Ajansa Nûçeyan a Hamûrabî, Henan Fetlawî ya Parlamentera Lîsta Dewleta Yasa ya Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî, got: ‘’Divê hevsengiyek di mirinê de hebe, lewra divê li beramber kuştina her Şîeyekî Suneyek bê kuştin.’‘

Hêjayê gotinê ye ji her diçe şerê di navbera Şîe û Suneyên İraqê de dijwar dibe û roj nîne li İraqê kuştin çênebe, niha jî li Enbar û Felûce şer û pevçûn berdewam in û artêşa İraqê nikariye wan navçeyan kontrol bike.

Basnews
Top