• Saturday, 14 February 2026
logo

Kurd beşdarî civîna sibe ya Parlamentoya İraqê nabin

Gulan Media March 29, 2014 Nûçe
Kurd beşdarî civîna sibe ya Parlamentoya İraqê nabin
Parlamenterên Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê merc danîne ku divê pirsa budceya İraqê nekeve bernameyê kar ê parlamentoyê, eger na beşdarî rûniştina sibe ya parlamentoyê nabin.

Li gor Rojnameya Şerq El-Ewset, Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê ragehandiye ku eger proje yasaya budceya giştî ya İraqê bi awayê niha bikeve bernameyê kar ê parlamentoyê, wê demê beşdarî civînê nabin, ji ber çend xal têde ne wek cezakirina Herêma Kurdistanê tên hesab kirin.

Berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê Mueyed Teyîb tekez kir ku bêyî çareserkirina pirsgirêk û aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser xalên nakok ên budceyê, ku têde Bexda xwestiye Hewlêrê ceza bike, ew nahêlin proje-yasaya budceyê derbas bibe.

Mueyed Teyîb wiha dibêje: ‘’Yek ji xalên cihê nakokiyê derbarê petrolê de ye û Bexda, Hewlêrê ceza dike eger rojane 400 hezar bermîl petrol neşîne derve, evna jî nayê qebûl kirin.’‘

Basnews
Top