• Saturday, 14 February 2026
logo

Zêdetirî 600 malbatên Ermenî ji Kesebê reviyane

Gulan Media March 29, 2014 Nûçe
Zêdetirî 600 malbatên Ermenî ji Kesebê reviyane
Piştî ku navçeya Keseb a girêdayî parêzgeha Laziqiye li kenarên deryaya Spî ket bin destê grûpên îslamî yên opozîsyona Sûriyê de, piraniya xelkê wê navçeyê ku Ermenî ne ji navçeyên xwe bar kirin.

tevî ku grûpên opozîsyona tekîd kirin ku ew nêzîkî hemwelatiyên sivîl li Kesebê nabin, lê belê çalakvanên opozîsyonê dibêjin ku ji dema ew navçe ketiye bin destê opozîsyonê de, nêzîkî 600 malbatên Ermenî ji Kesebê reviyane, di nav wan de gelek zarok û jin hene.

Ajansa AM a ermenî ya nûçeyan derbarê vê yekê de nivîsandiye ku “Navçeya Keseb ya Sûriyê ku piraniya xelkê wê Ermenî ne, vala bûye û rastî êrîşîn grûpên çekdarî ku di rêya sînorê Tirkiyê derbasî navçeyê bûne, hatiye”.

Herwiha rojnameya Horîzon a ermenî jî di nûçeyeke xwe de dibêje ku “670 malbatên Ermenî ji bajarokê Kesebê û navçeyên derdora wê reviyane û li bajarê Laziqiye û Ras el-Besît û çend bajarên din bi cih bûne”.

Li hember vê rewşa li Kesebê, serokê Ermenistanê Sêrc Serkîsyan ku niha bi serdanekê li Holandayê ye, dilgiraniya xwe anî ziman û bi bîr xist ku “Ermeniyên Kesebê di serdema împratoriya Osmaniyan de 2 caran bi zorê hatine koçkirin, cara yekem sala 1909an û ya duyem sala 1915an bû”.

Serkîsyan bal kişande ser reftara Artêşa Tirkiyê ya wê demê û spasiya desthilatên Sûriyê kir ku “hewl didin Ermeniyên Kesebê biparêzin”.

Herwiha çend parlamenterên Ermenistanê jî “binpêkirina mafên mirovan li navçeya Keseb a Sûriyê şermezar kirin”.

Bajarokê Keseb ê ser sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê li ser çiyayê el-Eqreh dikeve û 65 km ji navenda parêzgeha Laziqiye û 3 km ji sînorê Tirkiyê dûr e.

Keseb bajarokekî dîrokî yê Ermeniyan e û Ermeniyên Sûriyê şanaziyê bi wê yekê dikin ku wan nehişt di dema dagîrkirina Sûriyê ji aliyê Fransa de, bajarokê wan têkeve nav xaka Komara Tirkiyê.

Bajarokê Keseb û navçeyên derdora wê di destpêka heftiya borî de ket bin kontrola grûpên îslamî yên opozîsyona Sûriyê ku Cebhet el-Nusra jî di nav de ye.

Rudaw

Top