DAÎŞ gefan li xelkê Qeretepe dixwe
Li gor malpera El-Mesele, Serokê Encûmena Şaredariya Qeretepe Rehîm Kupeçî got: ‘’Bi sedan malbat ji 10 gundên kiştûkalî yên başûr û rojavayê Qeretepe reviyane û çûne nav qezayê û derdora wê, sedem jî ew e ku çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAÎŞ) gef li wan xwarine û hêzên ewlekariyê jî li navçeyê nînin.’‘
Kupeçî wiha axifî: ‘’Koçberbûna hevwelatiyan ji wan navçeyan berdewam e, evna jî bûye sedema trajediyeke însanî, loma em daxwazê ji rêxistinên mirovî dikin ku hevkariya wan malbatan bikin daku krîzeke mirovî çênebe.’‘
Rehîm Kupeçî axafina xwe wiha qedand: ‘’Rewşa ewlakariyê ya navçeyê gelekî aloz û tevlîhev bûye û berdewam jî ber bi xirabbûnê ve diçe, loma pêdivî bi operasyoneke leşkerî heye daku navçe aram bibe û terorîst li navçeyê nemînin.’‘
Basnews
