• Saturday, 14 February 2026
logo

Di şerê Kesebê de 150 leşkerên rejîma Sûriyê hatine kuştin

Gulan Media March 28, 2014 Nûçe
Di şerê Kesebê de 150 leşkerên rejîma Sûriyê hatine kuştin
Hewlêr (Rûdaw)- Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku di şerê di navbera grûpên îslamî yên opozîsyona Sûriyê û hêzên rejîmê de li navçeya Keseb ya girêdayî parêzgeha Laziqiye, herî kêm 150 kes ji hêzên rejîma û çekdarên alîgirên wê de hatine kuştin.

Ji roja 21ê vê mehê de şer û pevçûnên giran navbera grûpên îslamî yê opozîsyona Sûriyê ku Cebhet el-Nusra jî di nav de ji aliyekî û hêzên artêşa Sûriyê û çekdarên alîgirên wê de li aliyê din, li navçeya Keseb li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê derketiye û heta niha berdewam e.

Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê îro 28.03.2014 ragihand ku ji roja 21ê û heta îro de 150 kes ji hêzên rejîmê û çekdarên alîgirên wê de hatine kuştin, di nav wan de 13 efser hene.

Herwiha roja 23.03.2014 di şerê li Kesebê de pismamê serokê Sûriyê Beşar Esed, Hîlal Esed ku fermandarê “Hêzên Bergiriya Niştimanî” yên ku bi “Şebîhe” tê naskirin, hat kuştin.

Roja 24ê vê mehê jî li Kesebê Elî Esed ku ew jî pismamê Esed e di heman şerî de hat kuştin.

Di encama van şer û pevçûnan de hêzên opozîsyona Sûriyê karîn dest danin li ser bajarokê Keseb ku xaleke startîjîke û ser kenarê deryaya Spî dikeve. Herwiha duh 27.03.2014 nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Ceiferî got “Artêşa Tirkiyê piştgiriyê dide grûpên çekdar ên ku li Kesebê şer dikin”.

Rudaw

Top