• Saturday, 14 February 2026
logo

Suneyên Bexdadê û Diyalayê daxwaz dikin hêza pêşmerge deverên wan biparêze

Gulan Media March 27, 2014 Nûçe
Suneyên Bexdadê û Diyalayê daxwaz dikin hêza pêşmerge deverên wan biparêze
Nûnerê xwepêşanderên Enbar û parêzgehên sune nişîn ên din li Êraqê daxwaz dikin ku dosyeya emnî a navçeyên sune nişîn a Bexdadê û Diyale radestî hêzên pêşmerge bikin.

Berdevkê bi navê tevgera gelê Êraqê Mihemed Taha Hemdun ku di heman demê de nûnerê xwepêşanderên Enbarê û parêzgehên dinê sune nişîn ên Êraqê ye ji Xendanê re ragihand: Piştî şêwra wan li gel nûnerên tevgerê li tevahiya parêzgehên sune nişîn ên Êraqê gihêştine wê encamê ku daxwazekê bixin ber destê encûmena parêzgeha Diyaleyê taku dosya emîn a parêzgehê radestî hêzên pêşmerge bikin.

Taha got jî: Ew navçeyên parêzgeha Diyale ku li jêr parastina pêşmergeyan dene bi aramin û tu rûdanên ewlekariyê weku êrişkirina ser welatiyan û şewitandina malan û mizgeftan neqewimîne, her weha tu hêzêke milîsan jî li wan navçeyan nîne.

Hemdun got ku: Wan daxwaz kiriye ku navçeyên sune nişîn weku Baqube û Bohroz bixin jêr parastina hêzên pêşmerge, her weha bi vê yekê ewe guncawtirîn rêye bo parastina rewşa emnî a wan navçeyan.

Mihemed Taha Hemdun got jî: Me daxwaz kiriye ku dosyeya emnî a navçeyên Sune ên Bexdadê jî radestî hêzên pêşmerge bête kirin, ji ber ku welatiyên Sune li jêr saya parstina pêşmergeyan hest bi rihetiyê dikin.

Top