Li Diyalayê di encama şer de 4 mizgeft hatine şewtandin
Di encama şerê artêşa Îraq û DISIê de 4 mizgeft hatine şewtandin.
Di vê derbarê de Rayedarên Parêzgeha Diyalayê ragehandin ku di nava sê rojên derbasbûyî de jiber şerê navbera artêşa Îraq û çekdarên DISIê de sê mizgeft li deverê de hatine şewtandin.
Birêveberê navçeya Behroz Hesen Beyatî got: Roja sêşemê artêşa Îraqê bi henceta şerê dijî çekdarên DISIê êrîşî navçeya Zihur kiriye û di encam de 4 mizgeft hatine şewtandin.
Weke tê zanîn hefteyeke li navçeya Zihur şerê navbera DISI û artêşa Îraqê de didome.
