Cepheya Turkmenî li Kerkûkê wêneyên Ocalan didirîne
Endamê Cepheya Turkmenî li bajarê Kerkûkê, Turhan Beyatî ev nûçe piştrast kir û ji BasNewsê re got: ‘‘Ji bo dirandina wêneyên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan me şaneyeke nihênî ku ji çend ciwanên Turkmen pêk tên çêkiriye û karê wan dirandina wêneyên Rêberê PKK’ê ye.’‘
Beyatî da zanîn ku wêneyên dirandî wek belgenameyekê bo Tirkiyê têne şandin û ew jî li hember wî karî wan xelat dikin.
Basnews
