• Saturday, 14 February 2026
logo

Ukrayna nûnertiya xwe li Kurdistanê vedike

Gulan Media March 26, 2014 Nûçe
Ukrayna nûnertiya xwe li Kurdistanê vedike
Çavkaniyekê ji Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku Ukrayna dixwaze nûnertiya xwe li Kurdistanê veke û bi vêna jî dê sanakariyê bo wergirtina vîzeyê bikin.

Li gor malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Karwan Cemal bi amadebûna hevkara berpirsê fermangehê Suham Cebelî, pêşwazî li Balyozê Ukrayna li İraqê Anatoly Marinets û şanda ligel kir. Di hevdîtinekê de li ser peywendiyên navbera her du aliyan û çawahiya qayîm kirin û pêşdebirina wan rawestiyan.

Balyozê Ukrayna da zanîn ku welatê wî dixwaze nûnertiya xwe li Herêma Kurdistanê veke û herwiha behsa kar û çalakiyên şirketên Uraynayî li Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê çawahiya pêşdebirina veberhênana Ukraynayî û beşdariya wab a zêdetir di avadankirina herêmê de kir.

Di beşekî din ê hevdîtinê de behsa krîza vê dawiyê ya li Ukraynayê hat kirin. Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Karwan Cemal jî ji şanda mêvan re got ku ew dê hemû asankariyekê bikin bo serxistina karên wan û şirketên Ukraynayê teşwîq kirin daku di warên cuda de li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.

Basnews
Top