• Saturday, 14 February 2026
logo

3 Partiyên ENKS’ê bersiva banga YPG’ê dan

Gulan Media March 26, 2014 Nûçe
3 Partiyên ENKS’ê bersiva banga YPG’ê dan
Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdilhekîm Beşar ku li Hewlêrê dijî, bang li PYD’ê kir ku rê li ber wan vekin ji bo ew jî berevaniyê li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bikin.

Ebdilhekîm Beşar, berî niha ragehandibû ku derdora 5 hezar pêşmergeyên partiya wî li Başûrê Kurdistanê tên perwerdekirin. Beşar niha jî diyar kir ku ew dixwazin di bin ala xwe yan jî ala Kurdistanê de berevaniyê li Rojavayê Kurdistanê bikin û ew amade ne derbarê vê yekê de diyalogê ligel PYD’ê bikin.

Beşar di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Ligel helwêsta hêzên ew dibêjin ku navçeyên Kurdî diparêzin, û sedemên vî şerî, lê bergirîkirin li navçeyên Kurdî ji êrîşên rêxistinên terorîst, erkê hemû aliyekî ye.”

Roja 24’ê mehê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYD’ê ye, di daxuyaniyekê de bang li hemû aliyên Rojavayê Kurdistanê û hemû hêzên siyasî li hemû aliyên Kurdistanê kiribû ku alîkarî û piştgiriya wan bikin di şerê li dijî rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) li rojava, rojhilat û başûrê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê.

Hevdem Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd “Wihdê” Mihyedîn Şêx Alî ragihand ku ew wek Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd tekez dikin ku divê hemû corên piştgirî û alîkariyê ji bo YPG’ê bên pêşkêşkirin da bikaribe parastina herêmên Kurdan bike.

Herwiha Şêx Alî bang li serkirdayetî û endamên partiya xwe û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd û hemû pêkhateyên ENKS û EGRK’ê kir ku destê hev bigirin û ewlekariya Kobanî biparêzin.

Ji aliyek din ve, Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd, Îbrahîm Biro derbarê banga YPG’ê de di daxuyaniyekê de daxwaz ji Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) kir ku li xwe vegere û pêdagirê rêkeftina Hewlêrê be ku Tîrmeha sala 2012’an di navbera ENKS û EGRK’ê de hatiye îmzekirin û yek ji xalên wê dibêje “Divê Rojavayê Kurdistanê bi hevbeşî bê birêvebirin û parastin”.

Herwiha Biro di daxuyaniya xwe de diyar kir ku banga YPG’ê û rewşa niha li herêma Kobanî û çend navçeyên din ên ku rastî êrîşên DAÎŞ’ê tên nîşaneke din e ku aliyek bi tenê nikare Rojavayê Kurdistanê biparêze.

Hêjayê gotinê ye her yek ji Partiya Demokrat a Kurd (El-Partî), Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd “Wihdê” û Partiya Yekîtî ya Kurd, endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ne, ku ji 14 partiyan pêk tê, lê heta niha tu daxuyaniyek li ser astê ENKS’ê li ser banga YPG’ê derneketiye.

Basnews
Top