Opozîsyona Sûriyê êrîşên li dijî Kobanî şermezar dike
Hevpeymaniya opozîsyonê di daxuyaniyekê de ragihand ku “hevpeymaniya opozîsyonê karên hovane û tawanên ku DAÎŞ li dijî sivîlên li Girsê Spî û Kobanî pêk tîne şermezar dike”.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew kar û tawanên ku DAÎŞ derheqê hemwelatiyên sivîl li Girê Spî û Kobanî dike, dikevin xizmeta rejîma Sûriyê de.
Hevpeymaniya opozîsyonê herwiha got ku gelê Sûriyê û Artêşa Azad wê sînorekî ji tawan û kiryarên DAÎŞê re li rojhilat û rojhilatê Sûriyê dane.
Ev çend hefte ne çekdarên DAÎŞê ji her sê aliyên rojava, rojhilat û başûrê herêma Kobanî de êrîşî navçeyên Kurdan dike û herî dawî duh êrîşî gundê Xribet Eto li rojavayê Kobanî kir.
Rudaw
