Osman Baydemîr ji Rihayê bi hêvî ye
Di hilbijartinên herêmî yên 30’ê Adarê de ji navçeyên navendê Halîliye, Eyyubiye û Karakopru 425 hezar, ji 10 navçeyên derdorê 510 hezar li tevahiya bajêr bi giştî 935 hilbijêr wê biçin ser sindoqan. Û yekemcar gund jî di nav de hemû hilbijêr wê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin dengên xwe bikar bînin.
Piştî ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê ji bo Rihayê namzet hat nîşandan, Riha bû yek ji 2-3 bajarên ku di van hilbijartinan de herî zêde tê axaftin. Ji ber eleqeya mezin a ji BDP’ê re cepheya AKP’ê di nava fikaran de ye. Hikûmeta AKP’ê li gel 9 parlamenterên xwe yên bajêr, wezîrek jî şand bajêr û bi hemû hêza xwe dixebitin. Serokwezîr Erdogan yek ji mîtîngên xwe yên navendî li Rihayê pêkanî û ji bo namzetê xwe waliyê berê Celalettîn Guvenç deng xwest.
Di vê derbarê de Baydemir bersiva çend pirsên ANF’ê da:
We texmîn dikir ku li Rihayê bi pêwendiyeke hewqasî germ werin pêşwazî kirin?
Baydemîr: Ya rast, ev demeke dirêje ez Rihayê dinasim. Ji 23’ê Çileyê roja destpêkirina kampanyayê heta îro, roj bi roj em rastî eleqe û xwedîderketineke zêdetir tên. Baweriya ji serketinê, ji sedî 50 ê serketinê ye. Ez rast dibêjim, ez nehatime Rihayê ji bo dengên xwe zêde bikin. Ez hatime Rihayê ji bo bi gelê Rihayê re qezenc bikin. Ji bo serketinê jî baweriya min tam e.
Bêguman sedema xwedîderketinê, tecrûbeya me ya 10 salan a rêveberiyên herêmî û paradîgmaya siyaseta ku ez endamê wê me. Ji ber ku siyaseta me bi temamî xwe dispêre gel, hêza xwe, enerjiya xwe ji gel digire. Ev serketina me bi saya vê paradîgmayê ye. Û ev yek ti carî xwe weke hêzek di ser gel re nabîne. Sedemeke din jî dilsoziya me ya bi polîtîkaya zelaliyê re ye.
Bi dîtina min, Riha yek ji bajarên ku herî zêde ji felsefeya me heyecanê werdigire. Ji ber ku siyaseta Kurd hema bêje 30-40 sal in bedelên giran dide, zilma mezin dibîne. Lê belê ti carî nîjadperestî nekir. Tevî ku hewqas zilm û zordarî dît jî ti carî li dijî gelekî din ranewestiya. Berevajî nîjadperestiyê, her tim jiyana wekhev û azad a hemû çand û zimanên gelên Tirkmen, Kurd, Ereb, Fars, Ermenî û Suryanî parast. Lewma dema Rihayê ev gotin û tecrûbeya 10 salan dît, deriyên dilê xwe li me vekir. Ji ber ku dema mirov li ezmûna me ya li Diyarbekirê dinêrin, me Mizgefta Ehmedî Xanî ava kir. Me deriyê xwe li tu civatê, li oldarekî bi tenê jî negirt. Her kesî karî xwe bigihîne şaredariyê, xwe bigihîne şaredar. Daxwaz û rexneyên xwe her kesî anîn ziman.
Her wiha me li Amedê Mala Cem ava kir. Ji ber vê yekê berhemeke şênber li holê ye. Her wiha me li Amedê Dêr restore kirin. Yanî ji bo hemû bîr û bawerî karibin xwe bi awayekî azad îfade bikin û bijîn, rêveberiyên herêmî bûn navgîneke xizmetê.
Nêrîna gelê Ereb çawa ye?
Dema derdikevim kolanan, li Meydana Ereb digerim an jî telefon lê didin dibêjin, ’Serok ez Ereb im. Cara yekemîn e ez dibînim ku di mîtîngan de fîgurekî şaredar bi Erebî silav dide, di televîzyonan de behsa biratî û jiyana bi hev re ya gelên Ereb, Kurd û Tirk dike. Min di tevahiya jiyana xwe deng neda BDP’ê û kevneşopiya BDP’ê. Soz ezê vê carê deng bidim we.’ Yan jî di rê de dema em li hev rast tên dibêje, ’Min dengê xwe dida MHP’ê. Xizmê min rêveberê MHP’ê yê navçeyê ye. Lê ez soza şerefê didim, ezê vê carê dengê xwe bidim te.'
Hûn bûn tercûmanê hestan?
Bêguman. Ya rast, hûn hebûnekê nas dikin. Heta îro nehatiye naskirin. Yan jî hatibe naskirin jî -bi awayekî zelal dibêjim- biçûk hatiye xistin. Hûn ji nasnameyekê, ji rastiyeke vî bajarî re dibêjin ’Na em hemû wek hev in’. Ez dibêjim ’Tu heye û mîna min wek hev e. Asîmîle nebe.’ Ez dibêjim Ey xwişk û birayên min ên Ereb bi zarokên xwe re bi Erebî biaxivin. Ey xwişk û birayê min ê Tirkmen bi zarokên xwe re Tirkî biaxivin. Ey xwişk û birayê min ên Kurd bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Ezê li vî bajarî kreşan vekim. Û li van kreşan wê Kurdî, Tirkî, Erebî bi hev re werin fêrkirin. Nifşê me yê nû wê êdî bi rêya wergêrekî neaxive. Wê ziman, muzîk û çanda hev guhdarî bikin. Her wiha şanoyên Kurdî, Tirkî û Erebî wê werin vî bajarî. Sînema were. Jiyana civakî wê cihêreng bibe. Ev bajar wê dewlemend bibe.
Bi dîtina min desthilatê ji bo desthatdariya xwe berdewam bike, her tim hêza xwe nepixandiye. AKP’ê li Rihayê baloneke gelekî mezin nepixand. Vekirî dibêjim me li Rihayê balona AKP’ê vemirand. Û me ev yek di nava demeke gelekî kurt de kir. Ji ber ku ya ji ser zimanê AKP’ê danayê xwarê GAP e. GAP projeya sala 1976’an. Lê di bicihanîna vê projeyê de jî cudakarî tê kirin, li hinek herêman tê bikaranîn, hinek herêm jê bêpar tên hiştin.
Di bîllboardên AKP’ê de dibêjin me 17.8 katrîlyon pere dane Rihayê. Dema li hejmaran were temaşekirin, weke pereyekî gelekî zêde tê dîtin. Ji bo ev rewş were fêmkirin me hinekî zelal kir. Mînak AKP’ê bi tenê ji bo projeya Marmaray a Stenbolê hema bêje 30 katrîlyon pere xerc kiriye. Çavkaniya ku 12 salan ji Rihayê re hatiye dayîn, nîvê çavkaniya ji projeyeke bi tenê ya Stenbolê dike.
Hûn dibêjin encamên hilbijartinê çi dibin biba bibin Riha wê êdî mîna Rihaya berê nemîne..
Hûn çi biçînin hûnê wê biçinin. Riha wê azadiyê biçine. Riha wê pêşveçûnê biçine. Riha wê bi nasnameya xwe ya çandî û etnîkî re jiyana bi hev re biçine, bihûne. Riha hatiye qezenckirin. Ji bo hilbijartinan hê çend roj mane. Lê Riha hatiye qezenckirin. Dibe ku fen û lîstik rû bidin. Em tedbîrên xwe distînin. Gelê me wê ji sedî sed li îradeya xwe xwedî derkeve. Lê bi awayekî zelal dibêjim, fen jî werin kirin, lîstik jî bên lîstin tevahiya cîhanê dîtiye ku Rihayê qezenc kiriye. Rihayê deriyê dilê xwe ji cewhera xwe re vekiriye û êdî hêza kesî wê têrê neke ku vê cewherê ji dilê Rihayê derxîne.
ANF
