YPGê 2 gund rizgar kirin û 15 çekdarên DAIŞ jî kuştin
Navenda ragihandina YPG di beyannamekê de ragihandiye, ku hêzên wan bo piştevaniya berxwedana Kobanê êrişî navendên komên çekdar ên DAIŞ li gundê Rawiyê û Dehma kirine û ew herdu gund ji çeteyan paqij kirine.
Li gor beyannameyê Yekîneyên YPG şeva 23/3 dest bi operasyona xwe kirine û heya serê sibeha 24/3/2014 dom kiriye û têde hemû navendên çekdarên DAIŞ li gundê Rawiyê û Dehma kirine armanca xwe û derbeyek mezin li wan dane û gelek çek û kelûpelên leşkerî ketiye destê wan.
Li gor bîlançoya operasyonê di wî şerî de, 15 çekdarên DAIŞ`ê hatine kuştin, û hejmarek din jî birîndar bûne. Her weha 3 BKS, 2 qernas, 2 RBC û doçkayek 12.5 mlm tevî gelek cebilxane û fîşek û teqemenî jî desteser kirine.
Herweha di wê êrişê de her du gund (Rawiyê û Dehma) ji aliyê YPG ve hatine rizgar kirinê û şervanekî YPG bi navê (Azad Reşîd Ferhan) jî ku xelkê Serêkaniyê ye jiyana xwe ji dest daye.
