• Friday, 13 February 2026
logo

Gundên devera Qeretepe tên çûl kirin

Gulan Media March 25, 2014 Nûçe
Gundên devera Qeretepe tên çûl kirin

Ji ber aloziya rewşa devera Qeretepeyê gundên vê deverê tên çûlkirin.

Piştî dagîrkirina hin navçeyan li Başûrê Qeretepeyê ji aliyê çekdarên tevgera terorîstiya dewleta îslamiya Şam û Îraqê ve, Şîniyên gundên deverê jiber aloz bûna rewşa deverê dest bi çûl kirina gundên xwe kirine.

Di vê derbarê de çand Şîniyên wan deveran eşkere kirin ku ji ber çekdar û Terorîstên DISIê em gundên xwe çûl dikin û xwe dispêrin deverên ku ji aliyê hêzên pêşmerge ve tên parastin.

Devera Qeretepe dikeve nava sînorên parêzgeha Diyale û di demên derbasbûyî de jiber şer û pevçûnên heyî yên di navbera artêşa Îraq û DISIê de rewş li wan deveran aloz bûye.
Top