• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Tekrîtê 5 leşkerên Îraqê hatin kuştin

Gulan Media March 25, 2014 Nûçe
Li Tekrîtê 5 leşkerên Îraqê hatin kuştin

Di encama pevçûnekî li Bakûrê Tikrîtê de 5 leşkerên Îraqî hatin kuştin.

Di vê derbarê de çavkaniyek ji artêşa Îraqê ragehand ku îro di encama pevçûnekî ya di navbera hijmareke çekdar û leşkerên artêşa Îraqê de 5 leşker hatine kuştin.

Çavkaniya han eşkere kir ku ev pevçûna han li Bakûrê Tirkrîtê qeqmiye û hijmareke çekdaran êrîşî leşkerên artêşa Îraqê kirine û ji bilî kuştina 5 leşkeran 15 leşkerên din jî birîndar bûne û birîna hinek ji wan gelek xedare.
Top