YPG daxwaza alîkariyê ji Herêma Kurdistanê dike
Ji roja 19’ê Adarê ve şer û pevçûnên giran di navbera hêzên YPG’ê û çekdarên DAÎŞ’ê de li derdora bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê destpêkirine. YPG di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Ligel nakokî û ji hev cudabûna di navbera partî û rêxistinên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” lê ew man girêdayê rêbaza niştimanî di bergirîkirina tevaya gel de, bê cudahiya li ser bingeha hizr û îdeolojiyê.’‘
YPG di daxuyaniya xwe de rexne li medyaya erebî û navdelwtî girtin û da zanîn ku ew tu balê nakşînin ser tiştên li Kobanî diqewimin û got: “Xemsariya Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê jî derbeyeke ji bo gelê Kurd.”
YPG di daxuyaniya xwe de daxwaz ji “Partî, rêxistin, kesên serbixwe, tevgerên ciwanan, tevgerên ijnan, berpirsên xwesriya demokratîk li Efrîn û Cizîrê û Kobanî, ENKS, EGRK, TEV-DEM’ê” kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û rêzên xwe bikin yek ji bo vê qonaxa “Dîrokî û hestyar.”
Herwiha daxwaz ji “Hemû hêzên Kurdistanî û di destpêka wan de Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serkirdayetiya KCK, PDK, BDP, YNK, Tevgera Goran û hemû rêxistinên din ên Kurdsiatnê” kir ku bi “Erkên xwe yên dîrokî rabin li himber êrîşên hovane ên ku li ser Rojavayê Kurdistanê tên encamdan.” YPG’ê tekez kir ku serkeftina Rojavayê Kurdistanê, serkeftina hemû Kurdistanê ye.
Zanyariyên derbara hejmara kuştiyan de tevlîhev in
Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragehand ku di encama şerê di navbera YPG û DAŞÎ’ê de heta niha 19 çekdarên DAÎŞ’ê hatine kuştin. Lê YPG dibêje di şer û pevçûnan de herî kêm 60 çekdarên DAŞÎ’ê hatine kuştin. Di daxuyaniya xwe ya dawî de jî Hevserokê PYD’ê Salih Mislim ragehand ku termê hejmarek ji kuştiyên DAÎŞ’ê di dest YPG’ê de ne û 10 jî bi saxî hatine girtin.
Ji aliyê xwe ve DAÎŞ’ê li ser Twitterê belav kir ku di wî şerî de li derdora Kobanî û Girê Spî (Til Ebdiyedê) 7 serkirdeyên wê yên diyar hatine kuştin, di nav wan de Misrî, Lîbî, Tûnisî, Yemenî û Çeçanî jî hene. Derbarê hejmara şervanên YPG’ê de jî yên ku di şerê Kobanî de jiyana xwe ji dest dane, heta niha 9 kes in.
Şerê di navbera YPG û DAÎŞ’ê de piştî wê yekê dest pê kir ku di destpêka vê mehê de çekdarên DAÎŞ’ê pira Qereqozaqê û çend gund û bajarokên girêdayî parêzgeha Helebê li nêzîkê Kobanî xistin bin kontrola xwe.
Basnews
