Hêzeke taybet efserê Kurd birin cihê kuştin Bidêwî
Li gor nûçeyek Malpera Elektronî (Werdina) çavkaniyekê ku navê xwe aşkere nekiriye ragihand ku hêzên ewlehiyê efserê ku tometbare bi kuştina rojnamevan Mihemed Bidêwî El Şimerî birine cihê ku bûyerê rû daye daku bizanibin ew rojnamevan çawa hatiye kuştin.
Dr. Mihemed Bidêwî El Şimerî mamostayê Kolîjeya Ragihandina Zanîngeha Mustensiriye ku hevdem Rêveberê Nivîsingeha Bexdad ya Radîo El Hor e, ji aliyê kesekî ser bi hêzên zêrevaniya serokatiya komarê ve hate kuştin.
Serok Wezîrê Îraq`ê Nûrî Malikî li cihê kuştina Dr.Mihemed Bidêwî El Şimerî li devera Çadiriye ya bajarê Bexdad got: (Xwîna Şehîd Mihemed Bidêwî Di Stûyê Min De Ye).
Malikî got: Pêwîste yasa bê cî bi cî kirin û ew reftarê korane bi tu awayî nayê pesend kirin û em têkest dikin ku bikujê El Şimerî tê kuştin û emê bi xwînê bersiva xwînê bidin jiber ku ew kar bi tu awayî nayê pesend kirin û bin pê kirina hemû yasayan e.
Xendan
