‘‘Em qebûl nakin neheqî li pêşmergeyê Bexdayê bê kirin’‘
Lahur Şêx Cengî di peyamekê de li ser tora civakî ya Facebookê wiha nivîsiye: ‘’Gelekî mixabin ku ew karesat li Bexdayê qewimî û bû sedema kuştina rojnamevanekî, lê belê divê lêkolîn li ser çawahiya çêbûna wê bûyerê were kirin, em bi hîç awayekî qebûl nakin ku neheqî li wî pêşmergeyê Kurd were kirin.’‘
Şêx Cengî da zanîn ku ligel berpirsên ewlekariyê yên Bexdayê û ofîsa Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî axifîne û wan jî tekez kirine ku ew pêşmerge li cihekî ewle ye heta ew parêzerekî jêre digirin.
Lahur Şêx Cengî wiha dibêje: ‘’Em li vir kes û karên wî pêşmergeyî dilniya dikin ku kurê wan kurê me ye jî, qet paşguh naxin û çi pêwist be ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em ê bi xwe bikin û em bi xwe xwediyê vê pirsgirêkê ne.’‘
Doh nîvro li navçeya Cadiriye ya Bexdayê, rojnamevan û mamostayê zanîngehê Mihemed Bidêwî li xaleke pişkinînê ser bi lîwaya taybetî ya Serokkomar ji ber ku li xala pişkinînê ranewestiye, ji aliyê efserekî wê lîwayê ve hat kuştin.
Niha ew efser û çend pêşmerge bi serpereştiya Nûrî Malikî bi xwe ji aliyê hêza Siwat ve hatine girtin. Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî gefa kuştina wî efserê Kurd dixwe û dibêje: ‘’Emê bi xwînê tolê bistînin.’‘
Rudaw
